المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DESTEYA SEROKATIYÊ Û OFÎSA KARÛBARÊ ENCUMENÊN XWECIHÎ YA ENKSÊ LI GEL XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR CIVIYAN.

0 115

Desteya Serokatiyê û Ofîsa karûbarê Encumenên xwecihî yên ENKSê li gel xwecihiya Barzaniyê Nemir “Til Temir û Zirkan” civiyan.

Di roja înê 26.1.2024an de, Şandeke desteya Serokayetiyê û ofîsa karûbarê Encumenên xwecihî yên ENKSê serdana serdana xwecihiya Barzaniyê Nemir (Til Temir û Zirkan)kir.

Şanda Serokatiyê ji M. Nihmet Dawid Serokê Encûmenê, Ebdulbarî Xelef Endamê Serokatiyê û Mamoste Ferhad Şêxo Endamê Ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî pêk dihat.Û bi amadebûna piraniya endaman ji xwecihiya Barzaniyê Nemir.

 

Di destpêka civînê de, ji aliyê serokê xwecihiya Til Temir birêz Qasim Ehmed ve şande hate pêşwazîkirin û ji bo rêzgirtin ji canê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê deqeyek rêzgirtin li ser canê şehîdên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de yê Barzaniyê Nemir hate xwestin.

Piştre Serokê Encûmenê birêz Nihmet Dawid behsa dawîn pêşhatên siyasî yên li qada navdewletî, herêmî û navxweyî kir, bi taybetî rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurdî û helwestên wê yên siyasî yên bingehî derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê,li gorî biryarên navneteweyî.

 

Herwiha Serokê Encûmenê tekezî li ser pêwîstiya kar bo aktîvkirina Encûmenê kir, bi taybetî di nava refên opozisyona Sûriyê û derve de.

 

Dawid behsa armanckirina sazîyên girîng û binesaziya li Kurdistana Sûrîyê ji alîyê dewleta Tirk ve kir.

 

Ji aliyê xwe ve mamoste Ebdulbarî Xelef tekezî li ser pêwîstiya kar bo dîtina mekanîzmekê kir ku bi hev re kar bikin ji bo çalakirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî di nav girseyan de bi awayekî berfireh.

 

Di dawiya civînê de, çendîn pêşniyar û daxwaz ji aliyê Xwecihiya Barzaniyê Nemir ve pêşkêşî Serokatiya ENKSê hatin kirin ku ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê Til Temirê bibe alîkar.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.