المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KIRÎZA SOTEMENIYÊ Û NEBÛNA NAVXWEYÎ LI QAMIŞLO Û HESEKÊ GIRANTIR DIBE.

0 117

Krîza sotemeniyê û nebûna gaza navxweyî li Qamişlo û Hesekê girantir dibe

Krîza sotemeniyê (benzîn, ​​mazot) di hefteya derbasbûyî de li Qamişlo û Hesekê girantir bûye, ji ber ku hejmara otomobîlan li benzînxaneyên ku bi rêya karta elektronîk sotemeniyê belav dikin gihîştiye 200 otomobîlan.

 

 

Li gorî Jêderên taybet, belavkirin bi awayekî rojane nayê kirin, û hejmara stasyonên belavkirinê tenê sê ye, lê yên mayî ew du kelûpel li berdest nînin.

 

Derbarê xaza navxwe de jî çavkaniyekî eşkere kir: Xaza navxweyî bi temamî ji ser bajarên Kurdan hate qutkirin piştî ku navenda dagîrkirina xazê li ber bombebarana Tirkiyê hate birîn.

 

Herwiha çavkaniyekî din tekez kir: Nirxê dagirtina xaza malê gihiştiye zêdetirî 250,000 lîreyên sûrî li bazara reş, ango nêzîkî 20 dolarên Amerîkî, ku li gorî dahata welatiyan hejmareke xeyalî ye û pir zahmet e .

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.