المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ PÊŞWAZIYA ŞANDEKE SERKIRDATIYA PARTIYA GEL YA KURDISTANÎ – SÛRIYA KIR.

0 64

Di roja pêncşemê 18.8.2022an de, şandeke serkirdayetiya Partiya Gel ya Kurdistanî – Sûriyê bi serokatiya birêz Hesen Salih endamê komîta siyasî ya partiyê û şanda pê re, serdana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir.

Herwiha şande ji aliyê Dr.Kawa Azîzî serokê nûneratiyê û endamên nûneratiyê ve, hatin pêşwazîkirin.

Herwiha di hevdîtinê de,awayên pêşxistina Encûmenê û serkeftina kongireya wê ya bê ji bo xizmeta doza kurdî û lêvegerî û formulekirina hevbendî û helwestên wê yên siyasî gotûbêj kirin.

Herwiha di peywendiya ligel nûneratiya Netewên Yekgirtî û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, hewlên şandê ji bo çareserkirina pirsgirêkên kampan û penaberên Kurdên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.