المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BI PARÊZGARÊ HEWLÊRÊ RE CIVIYA.

0 66

Di roja çarşemê 17.8.2022an de, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê serdana navenda parêzgeha Hewlêrê kir.

Herwiha hevdîtin bi parêzgarê Hewlêrê birêz Omîd Xoşnaf

û birêz Serwet Resûl berpirsê koç û koçberan û desteya qeyranê re li parêzgehê hat lidarxistin.

Şanda nûnertiyê ji:

Dr.Kawa Azîzî serokê nûnertiyê, Newaf Reşîd, Şemis Şerîf, Margirêt Hesaf, Esmehan Dawid endamên nûnertiyê,pêkhatibû.

Herwiha Dr. Kawa Azîzî di hevdîtinê de, amaje bi vekişandina rêxistinên navdewletî ji piştevaniya penaberan li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û penaberên kurdên Sûriyê bûne berpirsiyariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Herwiha Şanda mêwan daxwaza dîtina mekanîzmekê ji bo peywendiya berdewam di navbera parêzgehê û nûnertiya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên rojane yên penaberan kir.

Herwiha birêz Omîd Xoşnaf soz da şanda nûnerê Herêma Kurdistanê ku ji îro pê ve, girêbestek bi kompanyayên paqijkirinê re ji bo rakirina zibil, vekêşana ava giran, çaksazkirina kanalîzasyonê û dabînkirina avê li ser xercê bûdceya parêzgehê tê îmzekirin. li kampên parêzgeha Hewlêrê.

Herwiha her du aliyan li ser pirsgirêkên curbicur ên ku penaber rû bi rû ne, ji wan perwerde, tenduristî û xizmetguzarî, rawestiyan.

Di dawiyê de şanda mîhvan spasiya parêzgar û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo xizmetguzariya wan ya mezin bo penaberên kurdên Sûriyê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.