المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERÊ AMERÎKA: ME ÇIRA KESK JI BO OPERASYONA LEŞKERÎ LI SÛRIYÊ NEDAYE TIRKIYÊ.

0 61

 

Di roja Sêşemê 6.12.2022’an de, nûnerê Amerîka yê karûbarên bakurê rojhilatê Sûriyê Nîgolas Girînger ragihand, Amerîka çira kesk nedaye Tirkiyê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Sûriyê.

Herwiha Girînger der barê encamên her êrîşeke artêşa Tirk de hişyarî da û got, Waşinton ji bo wê çira kesk neda Enqereyê.

Nûnerê Amerîkayê herwiha tekez kir ku Waşinton li dijî çalakiyên leşkerî yên Tirkiyê ye û bêîstiqrariyê li bakurê rojhilatê Sûriyê red dike û her êrîşeke leşkerî ya Tirkiyê li ser navçeyê dê aramiya navçeyê têk bibe û bandoreke neyînî li hewlên şerê li dijî DAIŞê bike.

Herwiha tekez kir ku pêwîste gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwe biryara çarenivîsa xwe bidin.

Ji 20ê Mijdarê ve, Tirkiyê dest bi operasyonên asmanî yên leşkerî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kiriye û bombebarana asmanî hevdem ligel topbarankirina çeperên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gundewarê Heleb, Reqa, Hesekê û seranserî herêmên Kurdî bi taybet deverên sînorî.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.