المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HSD”ê ŞERT Û MERCÊN RÛSYAYÊ YÊN JI BO RAWESTANDINA OPERASYONA ARTÊŞA TIRKIYÊ RED DIKE.

0 55

“HSD” şert û mercên Rûsyayê yên ji bo rawestandina operasyona artêşa Tirkiyê red dike.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî, redkirina şert û mercên Rûsiya ji bo rawestandina operasyona artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê ragihand û diyar kir ku hêzên wan li wan deveran nînin û hêzên rejîmê niha li ser sînor hene.

 

Di bersiva pirsekê de li ser navbeynkariya Rûsyayê ji bo rawestandina operasyona Tirkiyê, ku daxwaza vekişandina hêzên HSDê û vekişandina çekên giran dikir, wî diyar kir ku ev hêz bi awayekî fermî li van deveran nînin û yên ku i ser sînoran, ango hêzên niha hene, hêzên rejîmê ne û li ser hemû sînor bi cih bûne.

Herwiha Ebdî di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Rojhilata Navîn( Şerq Elewset) de wiha got: “Tirkiye di derbarê me de têbîniyên wê li ser me hene, di nav de em ewlehiya netewî gef dikin.Ji aliyê xwe ve, em pabendin, tevî ku di bersivê de binpêkirinên kesane hebin. Ji aliyê xwe ve em ê li gorî peymanên sala 2019’an paben bin û tevbigerin, heta ku ji me neyê xwestin ku heta 30 km kûrahî vekişin em bi fermî li ser sînor nînin.”

Herwaha got: “Hêzên asayîşa navxwe (Asayîş) amade ne, lê li dervey rêkeftinê ne, Asayîş dê li hemû cihan amade be, ji ber ku mijara vekêşanê û nexşerêya vekêşanê li ser wan nînin, xelk malên xwe diparêzin. û hêzên parastina civakê hêzên sivîl in. <b>Hêzên HSDê di esasê xwe de pabendê peymanan in.”

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.