المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê LI GEL ŞANDEKE HK-PARê CIVIYA.

0 75

Şandeke nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Herêma Kurdistanê, îro Duşemê 1-5-2023an, li baregeha rêxistina PDKSê li Hewlêrê, ligel şandeke serkirdatiya partiya HK-PARê civiya.

Herwiha Her du şandan rewşa Kurdistana Sûriyê, Kurdistana Tirkiyê, hilbijartinên Tirkiyê, nûneratiya HAKPARê wek nûnerê kurdan, rewşa ENKSê li Sûriyê û derveyî Sûriyê û rewşa giştî ya kurdî gotûbêj kirin.

Şanda mêvan ji HAK…PARê amadebûna xwe ji bo hevkarîkirina hevbeş ligel nûneratiyên ENKSê li Tirkiye û Ewropayê nîşan da û her du alî li hev kirin ku ji bo hevgihandina nêrînên partiyên Kurdî li parçeyên Kurdistanê danûstandinê bikin.

Şanda Encumena Kurdî ji: Dr.Kawa Azîzî,Şems Şerîf – Abdul Ezîz Welîka û Ciwan Şêxmûs pêk dihat.

Şanda HAK….PARê ji: Duzgun Kaplan Serokê Partiyê

-Cafer Stêr Cîgirê Serok û Berpirsiyarê Ewropa

– Masûm Çelebî Cîgirê Serok û Berpirsiyarê Ciwanan

– Sîdar Basut Endamê Encumena Partiyê

– Zana Sezin Endamê Encûmenê û Nûnerê Partiyê li herêmê .

Di dawiya hevdîtinê de şanda ENKSê spasiya şanda mêhvan kir ji ber eleqeya wan a mezin ji bo rewşa Kurdî li Sûriyê.

Ragihandina ENKSê

Raport:ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.