Home / Uncategorized / DEZGEHA XÊRXWAZIYA BARZANÎ ALÎKARIYÊN XWE BO AWAREYÊN ERDHEJA EFRÎNÊ BERDEWAM DIKE.

DEZGEHA XÊRXWAZIYA BARZANÎ ALÎKARIYÊN XWE BO AWAREYÊN ERDHEJA EFRÎNÊ BERDEWAM DIKE.

Îro Duşemê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, ew berdewam alîkariyên mirovî ji bo ziyanpêketiyên erdhejê û herwiha ji bo kesên pêwîstiyên pêdiviyên taybet ên bajarê Efrînê, li Kurdistana Sûriyê, berdewam dikin.

 

Dezgehê di daxuyaniyekê de got: “Tîmên dezgehê alîkarî li kesên hewceyî pêdiviyên taybet ên li Efrînê ya Kurdistana Sûriyê belav kirin.”

Wê got jî, “Parvekirin bi hevkariya Ajansa Krîzê ya Almanî (THW) û herwiha bi hevkariya Rêxistina Navenda Krîza Herêma Kurdistanê (JCC) pêk hat.”

 

Hêjaye gotinê ku Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî yekem saziya navdewletî ye ku alîkariyê pêşkêşî bajarên Kurdistana Tirkiyê û herwiha xelkê bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê dike.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.