المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MIQDAD JI BO BEŞDARBÛNA CIVÎNA WEZÎRÊN DERVE YÊN LI SER SÛRIYÊ GIHÎŞT EMANÊ.

0 86

Ajansa “SANA” ya sûrî ragihand ku wezîrê derve yê rejîma Sûriyê Feysel Miqdad îro Duşemê giheşte Amanê paytexta Urdinê, ji bo beşdariya di civîna wezîrên derve di derbarê Sûriyê de ku tê de wezîrên derve yên Erebistana Si’ûdî , Urdun, Misir û Iraq têde cih digrin.

Cîgirê serokwezîrê Urdinê û wezîrê karên derve û derve yê Urdinê Eymen Sefedî berî destpêkirina civîna şêwrê ya îro duşemiyê bi mazûvaniya Şahnişîna Urdinê, bi hevtayê xwe yê Sûriyê Feysel Miqdad re hevdîtinek dualî pêk anî. wezîrên derve yên Erebistana Si’ûdî, Sûriye, Iraq û Misirê dê beşdar bibin.

Armanca vê civînê danasîna rola serkirdayetiya Erebî ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re li ser bingeha destpêşxeriya Urdinê û pêşniyarên din ên Erebî ye û her du wezîran her wiha li ser mijarên dualî yên ji wan “ewlehiya sînor, têkoşîna li dijî qaçaxçiya narkotîkê, av û dosiya penaberan” gotûbêj kirin.” ‫

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.