Îro Roja yekşemê 14 Tîrmeha 2019an polîsê Hewlêrê Nivîskarê Navdar “Ferhad Pîrbal” destgîr kir .
Ev yek hat ji ber ku xwedanê pirtûkxaneya Wefayî li Hewlêrê gilî kiribû li ser Ferhad ku tawanbar dike ku Pirtûkxana wî Şewitandiye di şeva Şemiyê de ,
Gorî zaniyariyan, Ferhad Pîrbal li ser torên Civakî gev li xwediyê Pirtûkxaneyê xwendibûn ku Pirtûkxana wî bişewtîne, ew jî ji ber ku xwediyê Pirtûkxaneyê hejmarek mezin ji Pirtûkên Ferhad Pîrbal çap kirine bê ku destûrê jê werbigre.
Pirofîsor û Nivîskar Ferhad Pîrbal kesayetiyeke navdar e li Herêma Kurdistanê, û her tim alozî li ser wî hene û her car li kolan û bazarên Hewlêrê bi dengekî bilind daxwaza binpêkirina Gendeliyê , û pêşxistina Kurdistanê dike .
Wêneyên Şewatê