المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Nêçîrvan Barzanî û civînên Davosê

0 72

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, ku di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Korbenda Davosê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bicive.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa îro Sêşemî beşdarî bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdaw TV bû û derbarê hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên li Korbenda Davosê de zanyarî dan.

Felah Mistefa amaje bi wê yekê kir, ku Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Korbenda Davosê de, dê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re jî bicive.

Felah Mistefa herwiha got, Nêçîrvan Barzanî herwiha dê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî hevdîtinê bike.

Pêştir Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, ku Nêçîrvan Barzanî beşdariyê di Korbenda Aborî ya Davosê de dike û li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres re dicive.

Di heman daxuyaniyê de hatibû gotin, ku Serokê Herêma Kurdistanê dê li Davosê bi hejmarek berpirsên welatên din re jî hevdîtinan pêk bîne.

Her li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “serok Nêçîrvan Barzanî dê di panêlekê de bi navnîşana Rojhilata Navîn a Neseqamgîr biaxive, ku têde dê encamên demdirêj ên aloziyên berdewam li Rojhilata Navîn ku bûne çavkaniya tirs û dilgiraniya mezin a cîhanî û navçeyî bêne gotûbêjkirin û dê behsa bandora stratejîk a qeyrana niha li ser aştî û istiqrara li Kendavê, Iraqê û Sûriyê bê kirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di civînên xwe yên li Davosê de, “dê pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel civaka navdewletî, siyaset û helwesta Herêma Kurdistanê û pevguhertina nerînan li ser mijarên herêmî û cîhanî gotûbêj bike.”

Korbenda Aborî ya Davosê îro 21ê Çileya 2020 dest pê dike û heta 24ê vê mehê berdewam dibe. Birêveçûna vê korbenda aborî ya cîhanî hevdem e li gel bîranîna 50 salî ya damezrandina korbendê.

Di Korbenda Davosê de dê di jêr navnîşana “Ji bo Cîhaneke Yekgirtî û Pêşkevtî ya Berdewam” de, gotûbêj li ser mijarên cîhanî yên taybet bi aborî, sitaset, asayiş û seqamgîriyê bê kirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.