المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA TIL TEMIR YA BI SER ENKSÊ VE.

0 57

Encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja Sêşemê 30.8.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

Û li ser mîkanîzma hilbijartina endamên serbixwe ji bo nûnertiya xwecihiyan di kongireya çaremîn a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de, ku di dema bê de tê lidarxistin hate gotûbêj kirin.

Di derbarê rewşa siyasî de, pêşhatên siyasî yên dawî li ser dîmenên navdewletî, herêmî û navxweyî hatin gotûbêjkirin, bi taybetî gefên Tirkiyê û çekdarên wê yên ji bo dagîrkirina bajar û gundên Kurdistana Sûriyê.Hatin gotûbêj kirin.

Herwiha di civînê de, rewşa jiyanê ji ber bilindbûna nirxê dolar û çêbûna qeyranên zêdetir ji aliyê rêveberiya PYDê ve hate gotûbêj kirin.

Herwiha civatê, sedemên qutkirina avê li ser Hesekê û Til Temirê û koçberiya berdewam a nifşê ciwan û sedemên wê ji Kurdistana Sûriyê ber bi welatên Ewropî ve, û civîn bi dirêjahî li ser Konferansa Çaremîn ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî rawestiya.Û nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê û bandora wê li ser gelê kurd li Kurdistana Sûriyê,gotûbêj kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.