المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA TIL TEMIR YA BI SER ENKSÊ VE

0 69

Encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Duşemê 26.12.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê rawestiyan.

Piştre di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.

1- Di rewşa rêxistinî de: raporta ku ji ofîsa encûmenên xwecihî wergirtî hate xwendin û naveroka wê hate gotûbêjkirin û tekezî li ser beşdarbûna hemû civîn û çalakiyên civakî û neteweyî û pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate kirin

 

2-Di derbarê rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî yên li qada navneteweyî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de biryara PYDê ji bo rêgirtin li derbasbûna serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji deriyê Sêmalka re hate gotûbêjkirin.

 

Herwiha Di civînê de, kuştina parêzer Luqman Henan di bin îşkenceyê de, li bajarê Efrînê hate şermezarkirin.

 

Di civînê de her wiha rûbirûbûna civaka Kurd a li paytexta Fransa Parîsê di kombûna li Navenda Çandê ya Ehmed Kaya de, hat şermezarkirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.