المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist..

0 58

Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman pêk hat ..

 

Di destpêkê de, xuleke bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.

 

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin, û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

 

Herwiha di civînê de babet û mijarên giring ên siyasî û rêxistinî gotûbêjkirin.

 

Û di naveroka vê civatê de di warê rêxistinî de tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî hate kirin.

 

Di derbarê rewşa siyasî de, dawî pêşhateyên siyasî di warê navdewletî, herêmî û navxweyî de hatin gengeşekirin..

 

Û ji rexekî din ve derbarê rewşa aborî ya zehmet ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê de behiskirin..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.