المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA EBÛ RASÊN YA ASAYÎ.

0 82

Encûmena xwecihî ya bajarê Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwecihiya Til Temir di roja Duşemê 26.12.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê birêz Mihemed Şêx Beşîr serokê xwecihiyê ve û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di derbarê naveroka civînê de,Serokê xwecihiya Ebû Rasên birêz Mihemed Şêx Beşîr ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Em wek xwecihiya Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve,di roja Duşemê 26.12.2022an de,me civîna xwe ya asayî li navenda xwecihiya Til Temir lidarxist.Û mijarnî giring hatin gengeşe kirin”.

Herwiha Şêx Beşîr got:” Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin”.

Herwiha serokê xwecihiyê got:

Di derbarê rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî yên li qada navneteweyî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.

Şêx Beşîr got jî:”Di civînê de biryara PYDê ji bo rêgirtin li derbasbûna serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji deriyê Sêmalka re hate gotûbêjkirin.

Herwiha Di civînê de, kuştina parêzer Luqman Henan di bin îşkenceyê de, li bajarê Efrînê hate şermezarkirin.

Di civînê de her wiha rûbirûbûna civaka Kurd a li paytexta Fransa Parîsê di kombûna li Navenda Çandê ya Ehmed Kaya de, hat şermezarkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.