المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA EBÛ RASÊN YA ASAYÎ.

0 62

Encûmena xwecihî ya bajarê Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwecihiya Til Temir di roja Yekşemê 27.11.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê birêz Mihemed Şêx Beşîr serokê xwecihiyê ve û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di derbarê naveroka civînê de,Serokê xwecihiya Ebû Rasên birêz Mihemed Şêx Beşîr ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Em wek xwecihiya Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve,di roja Yekşemê 27.11.2022an de,me civîna xwe ya asayî li navenda xwecihiya Til Temir lidarxist.Û mijarnî giring hatin gengeşe kirin”.

Herwiha Şêx Beşîr got:” Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Û piştre xwecihiyê behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê de kir.

Tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê pêşhatên navdewletî û navçeyî û şopandina hemû rewşa Sûriyê û gefa Tirkiyê ya şer û dagîrkirina navçeyên din ên Kurdistana Sûriyê”.

Herwiha serokê xwecihiyê got:

” Civat bi awayekî berfireh,rawestiya li ser liv û tevgera rewşa Zirganê ji aliyê kêmbûna xizmetwarî û tinebûna pêdiviyên bingehîn û yên pêwîst ji bo jiyana rojane û di nav de,li ser rewşa ewlehî jî hat gengeşe kirin”.

Herwiha serokê xwecihiyê got:

Herwiha di civînê de,çend mijar hatin gengeşekirin, ew jî:

– Çaremîn konferansa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê

-Êrîşên asmanî yên Tirkiyê li ser xeta sînorî ya cîranê wê di nava xaka Sûriyê de, bi taybetî li gelek xalên Kurdistana Sûriyê pêk anîn.

– Êrîşa mûşekî ya Pasdarên Şoreşa Îranê li ser Herêma Kurdistana Iraqê.

Herwiha di civînê de helbijartina Serok Mesûd Barzanî weke Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî weke cîgirê yekem û Mesrûr Barzanî weke cîgirê duyem hate pîrozkirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.