المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LÎSTIKVANÊN TÎMA ÎRANÊ DI BIN ÇAVÊ PASDARÊN ŞOREŞA ÎRANÊ DE NE .

0 67

Lîstikvanên tîma Îranê di bin çavê Pasdarên şoreşa Îranê de ne û gef li malbatên wan tê xwarin.

Tora “CNN” a Brîtanî ragihand ku bi dehan endamên “Pasdarên Şoreşê” ya Îranê ji bo şopandina lîstikvanên tîma Îranê li Qeterê ne, hevdem ligel gefên li ser malbatên lîstikvanan.

Vê torê roja Sêşemê ji zarê çavkaniyekî pêwendîdar bi ewlehiya maçên Kûpaya Cîhanî ragihand, ku Îranê bi dehan efserên ser bi “Pasdarên Şoreşê” li Qeterê bi cih kirine, da ku çavdêriya lîstikvanên tîma Îranê bikin û zanyariyan derbarê wan de werbigirin. wan amaje bi wê yekê jî kirin ku rê li ber lîstikvanên Îranî tê girtin ku li derveyî tîmê tevlîhev bibin û bi biyaniyan re hevdîtin bikin.

Li gor nûçeya “CNN”ê, malbatên tîma Îranê rastî gefa girtinê û îşkenceyê hatin, ji ber wê yekê ku lîstikvanan di dema pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ya li paytexta Qeterê, Dohayê de, reftara wan baş nebû.

Û wê ji zarê çavkaniyeke ewlekarî derbarê yariyên Kûpaya Cîhanî de, ku lîstikvan ji aliyê endamên Pasdarên Şoreşê ve hatin gazîkirin, piştî ku wan nexwestin sirûda neteweyî ya Îranê bixwînin, di dema maça ku berî çend rojan ew bi Îngilistanê re lîstibûn.

Wî got jî ku ew hatine agahdarkirin ku malbatên wan dê rastî girtîgeh û îşkenceyê bên, eger ew sirûda netewî di maçên bên de nexwînin, yan jî tevlî her xwepêşandaneke siyasî li dijî rejîma desthilatdar li Îranê bibin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.