المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR YA BI SER ENKSÊ VE.

0 96

Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Duşemê 26.6.2023an civîna asayî lidarxistin.

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin û di rewşa rêxistinî de raporta ku ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hatibû wergirtin hate xwendin û tekezî li ser pêşxistina karê encumenê di qonaxa de bê kirin.

Di derbarê rewşa siyasî de: dawî pêşhat û pêşhatên siyasî yên li qada navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin, bi taybetî kiryarên PYDê yên keyfî û sepandina wê ya taybet bi maf û biryarên ku jiyana xelkê zêdetir teng dike û kirîzên zêdetir çêdike.

Civîn her wiha li ser şert û mercên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, rawestiya.

Di dawiya civînê de,beşdaran pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye bi boneya lidarxistina konferansa xwe ya duwazdehemîn.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.