المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEWLÊR: ŞANDEKE TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA SERDANA OFÎSA PARTIYA YEKGIRTÛYA ISLAMÎ YA KURDISTANÎ KIR.

0 97

Di roja Şemiyê 24.6.2023’an de,Şandeke Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya bi serokatiya Hevrêzê Giştî yê tevgerê birêz Fêsel Yûsif,û şanda pêre nûnerê tevgerê di nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li herêmê birêz Wa’il Umer, endamê Hevrêziya Giştî û hevrêzê,Rêxistina Tevgerê li herêmê Dr.Ebdulwehab Ehmed, serdana ofîsa Partiya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanî li Hewlêrê kir.

Herwiha şanda tevgerê ji aliyê mamoste Xelîl Ibrahîm serokê Encûmena siyasî ya partiyê, Dr.Mihemed Hawdiyanî berpirsê ofîsa peyvendiyên siyasî yên partiyê û birêz Adil Ebêd endamê nivîsgeha peyvendiyên partiyê ve hatin pêşwazî kirin.

 

Herwiha her du alî pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriye, Iraq û navçeyê û pêşhatên siyasî li meydana Kurd û Kurdistanê bi giştî gotûbêj kirin.

Û rêyên rûbirûbûna kêşeyên ku gelê Kurd li her du welatan rûbirûyê wan bûye, bi awayekî ku xizmeta berjewendiya gelê Kurd û doza wî ya rewa bi rêyên demokratîk bike, herwiha pêwîstiya parastina destkeftên destûrî yên herêmê bi yekrêziya refên Kurdî û her tiştê ku gefê li ewlekarî, aramî û serweriya herêmê dike red dike.

Di dawiya vê hevdîtinê de, tekez li ser bihêztirkirin û bihêztir kirina peywendiyên biratî û pevguhertina nêrînan di navbera tevgerê û partiya Yekgirtûya Îslamî de hate kirin bi awayekî ku xizmeta berjewendiya gelê Kurd li Sûriye û Îraqê bike û piştgîriya dozên netewî yên rewa bike.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.