المجلس الوطني الكوردي في سوريا

10SAL LI SER KOMKUJIYA AMÛDÊ RE DERBAS DIBE.

0 155

Di roja Sêşemê 27.6.2023an de, Xwecehiya Amûdê ya ENKSê 10emîn salvegera Komkujiya Amûdê ya ku li ser destên çekdarên PYDê li goristana Şermola ya bajarê Amûdê vejandin.

 

Herwiha di vê bûneyê de, bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî,rewşenbîr ,nûnerên civaka sivîl û şandên xwecihên bi ser ENKSê ve.

û malbatên şehîdan beşdar bûn,

Herwiha kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û yê Barzaniyê nemir û bi taybet li ser giyanê pakrewanên komkujiya Amûdê hate rawestandin, û wêneyên şehîdan û Aleya kurdistanê û siloganên şermezarkirina komkujiyê û daxwazên dadê û sizadana tewanbaran hatin bilindkirin .

 

Herwiha gotina xwecihiya Amûdê ji aliyê birêz Ciwan Ebdulkerîm hat xwendin û got ku bi mixabinî ve şehîdên komkujiya Amûdê li ser destê kurdan hatin kuştin û şehîdkirin û armanc jê şerekî kurdkujiyê bû.

 

Herweha Ebdulbaqî Seyda gotina malbatên pakrewanan xwend û got ku komkujî bi biryareke siyasî hate encamdan .Û spasiya hemû beşdaran kir.

 

Di dawiyê de jî gurzên Gulan li ser gorên pakrewanan hatin danîn û wênê Fatîhe li ser giyanê wan hat xwendin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.