المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR (TIL TEMIR Û ZIRGAN )YÊN BI SER ENKSÊ VE.

0 77

Xwecihiya Barzaniyê Nemir (Encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir û Zirgan) yên bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Şemiyê 29.4.2023an de,bi beşdarbûna birêz Zibêr Mûsa û birêz Ferhad Şêxo ji endamên ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî û hemû endamên herdu xwecihiyan civîna asayî lidarxistin.

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin û di rewşa rêxistinî de raporta ku ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hatibû wergirtin hate xwendin û tekezî li ser pêşxistina karê encumenê di qonaxa bê de hate kirin.

 

Di derbarê rewşa siyasî de, pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî yên di warê navdewletî, herêmî û navxweyî de hatin gotûbêjkirin, bi taybet pabendbûna bi biryara navdewletî jimare 2254 ji bo çareseriya siyasî ya berfereh ji bo Sûriyeya paşerojê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.