المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE JI HEVRÊZIYA DIHOKÊ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURD -SÛRIYÊ HIN SERDAN KIRIN.

0 115

Şandek ji Hevrêziya Dihokê ya Tevgera Çaksaziya Kurd – Sûriyê – Nivîsgeha Pêwendiyan bi nûnertiya birêz Amir Kişto, Hejar Nezîr, Xelîl Hesen serdana ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya li Domîz kir.

Herwiha şanda mêvan ji aliyê birêz Hacî Kalo ve, endamê Komîteya Navendî ya Partiyê û hejmarek ji hevalên Rêxistina Domîz hatin pêşwazîkirin.Di serdanê de , geşedanên dawî yên siyasî li Sûriyê û herêmê hatin gotûbêj kirin.

Herwiha şanda tevgerê serdana ofîsa Partiya Yekitî ya Kurdistan – Sûriyê li Domîz kir û şanda tevgerê ji aliyê berpirsê rêxistina Partiya Yekîtî li Domîz birêz Ekrem Reşîd û endamê Komîteya Navendî û hejmareke mezin ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşkêşkirina pîrozbahiyan bi helkefta hatina Cejna Remezanê, her du alî pêşhatên rewşa siyasî li Sûriyê, navçeyên Kurdistanî û rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Herwiha Şanda tevgerê serdana berpirsê Partiya Wekheviya Demokrat a Kurd li Domîzê birêz Hewas Mehmûd kir û di hevdîtinê de, rewşa dawî ya siyasî li welat û herêmê hate gotûbêjkirin.

Herwiha di roja Çarşemê, 26.4.2023an de şandeke Hevrêziya Herêma Kurdistanê / Hevrêziya Dihokê ya Tevgera Çaksaziya Kurd-Sûriye, bi nûneratiya M. Wa’il Umer, endamê hevrêziya giştî û nûnerê tevgerê di Encûmena Niştimanî ya Kurd li Herêma Kurdistanê, û hin Endamên Hevrêziy Dihokê birêz Amir Keşo, Xelîl Hesen, Hejar Nezîr, serdana deriyê sînorî yê Bişxabûr kirin.

Herwiha şanda tevgerê ji aliyê rêveberê dergehê Şewket Berbeharî û cîgirê dergehê Nazim Hemîd ve hate pêşwazîkirin.

Şandeyê bi helkefta hatina Cejna Remezanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêveberiya dergehê kir û bi wan re çawaniya pêşxistina hevkarî û hevahengiyê di warê dozên mirovî û derbasbûna rêwiyên Herêma Kurdistanê bo Kurdistana Sûriyê gotûbêj kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.