المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ Û  HIKÛMETÊ LI ÎMARATA EREBÎ BEŞDARÎ LÛTKEYA CÎHANÎ DIBIN.

0 135

Di roja pênşemê 30.11.2023an de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdariya li Lûtkeya Cîhanî ya Avhewayê (COP28) ku biryar e di rojên yekem û duyem de heyva 12 ya 2023 an, birêve biçe, ber bi Îmaratê ve çûn,li Dubai.

 

Ev beşdarbûn di bersiva vexwendina Şêx Mihemed Bin Reşîd Al Mektûm, Cîgirê Serok, Serokwezîr û Mîrê Îmaratê ya Dubey de, di çarçoveya bihêzkirina hevkariyên navdewletî ji bo rûbirûbûna guherîna avhewayê û çareserkirina kêşeyên wê, û herwiha balkişandina ser rola civaka navdewletî di gihandina armancên geşepêdana domdar de.

Di lûtkeyê de dê kêşeyên ku cîhan ji ber guherîna keşûhewayê rûberûyê cîhanê ne, bên gotûbêjkirin, ji ber ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê beşdarî gotûbêjên berfireh li ser bandorên neyînî yên vê guherînê li ser welatên cîhanê bibe.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.