المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA GRÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE

0 132

Gerîngeha Rojava ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li darxistin .

 

Herwiha bi amadebûna Serokê ofîsa Karûbarên Encumenên xwecihî birêz Neşet Zaza Û birêz Mehmûd Hac Elî û birêz Ebdulbaqî Ferman endamê Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, û amadebûna serokên encûmenên xwecihî.

 

Di destpêkê de bixêrhatina amadebûyan hate kirin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê bi serdestiya nemir (Mele Mistefa Barzanî) deqîqeyek rêz hate girtin.

 

Paşê raporên ku ji encûmenên xwecihî hatin wergirtin ji aliyê serokên encûmenên xwecihî ve hatin xwendin û gotûbêj kirin.

 

Di dawiyê de, berpirsê ofîsê bal kişand ser dawîn pêşhatên siyasî yên li ser cihê bûyerê û rola Encûmenê di şopandina van bûyeran de û pêwîstiya piştrastkirina bi bandor li hebûna wê ji bo ku ew bibe beşeke bingehîn ji proseya siyasî li Sûriyê. Û behsa pêşhatên dawî yên li ser qada Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.