المجلس الوطني الكوردي في سوريا

7EMÎN SALVEGERA PAKREWANBÛNA TÊKOŞER SELAH YÛNIS.

0 117

Di roja Sêşemê 5.12.2023a de,malbata têkoşer û rêxistina Amûdê ya PDKSê, 7emîn salvegera pakrewanbûna têkoşer Selah Yûnis “Bavê Kovan” bi serdana ser gora wî li gundê Til Hebeş yê bi ser bajarê Amûdê ve, vejandin.

Herwiha bi beşdariya , xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve, partiyên siyasî, kesayetiyên bajar û gundewarê wê û xizmên pakrewan.

 

Ji bo giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê, ji bo giyanê nemir Barzanî û ji bo giyanê şehîd Selah Yûnis deqeyek rêz hat girtin.Û piştre hin axaftin hatin pêşkêş kirin.

Herwiha axaftina xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve, ji aliyê M.Mihemed Umer Şêxmûs ve,hate pêşkêşkirin.Ku li ser jînenîgariya têkoşer Selah Yunis ji gelek aliyên civakî û siyasî û rola wî di Partiya Demokrat û Encûmena Niştimanî de axivî û di Şêxmûs diyar kir ku têkoşer bi xebata xwe ya neteweyî ya Kurdewarî naskirî bû û ji destdana wî ziyanek ji bo hemûyan e. Û behsa qonaxên herî girîng ên têkoşîna xwe kir.

 

Herwiha gotina PDKSê ji aliyê mamoste Nafih Ebdela berpirsê rêxistina partiyê ve hat pêşkêşkirin.

 

Herwiha axaftina malbata têkoşer ji aliyê M. Nêçîrvan Yûnis ve, hate kirin û tê de behsa jiyana têkoşer kir û spasiya beşdarên rêzgirtinê kir ji ber dilsoziya bi şehîd re û tekezî li ser berdewamiya têkoşîna malbata xwe ya li ser rêbaza,Barzaniyê nemir heta gihandina armancên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê.

 

Herwiha gotina Navenda Nûredîn Zaza ji aliyê mamoste Dijwar Tewfîq ve hat pêşkêşkirin.

 

Herwiha Gelek helbest hatin xwendin û piştre jî gurzên gulan li ser gora şehîd hate danîn û li ser giyanê şehîd Fatîhe hate xwendin.

kurteyek li ser jiyana wî:

Têkoşer Selah Yûnis di sala 2012/2013’an de tevlî dewreya perwerdekirina kadroyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bû û li ser rêya Barzaniyê nemir dişopand.

Têkoşer Selah Yûnis gelek caran hate girtin

Di 13.7.2005an de,li şaxa Feyhayê,bi tawanbarkirina “belavkirina nûçeyên derew ku prestîja dewletê xera dike.

 

Û di 28.6. 2006an de, bi tawana belavkirina weşanên kurdî ji aliyê Ewlekariya Leşkerî ve, hat girtin.Û di 21/12/2006an de hat berdan</

Di destpêka Gulana 2007an de, dîsa bi tawana gotinên xerab li serokomarê Sûrî hat girtin û piştî bîst û pênc rojan hat berdan.

 

Di 7/2/2009an de,ew ji aliyê Fermandariya Polîsê ya parêzgeha Hesekê ve,bi tawana endamtiya komeleyeke siyasî û handana nakokiyên mezhebî hate girtin.

 

Di 15/9/2010 an de,Ew bi tawana beşdarbûna di serhildanên li dijî biryara desthilatê de hat girtin.

 

Di 14/6/2016an de,Selah Mihemed Se,îd Yûnis jî ji aliyê çekdarên PYDê ve hat girtin û Sê mehan di girtîgehê de, ma û hat berdan di 6/9/2016an de.Li ser kefaleta, mala wî.

 

Paşê çû Herêma Kurdistanê ji bo dermankirinê, li nexweşxaneyeke Hewlerê piştî ku di zindanên PYDê de, tûşî girseyeke mêjî û korbûna çavekî wî bû.

 

.Di 5/12/2016an de,Nûçeya pakrewanbûna têkoşer Selah Yûnis hat.

Hêjayî gotinê ye, ku Têkoşer Selah Mihemed Se,îd Yûnis di sala 1968’an de li gundê “Tel Hebeş” ji bajarê Amûdê ji dayîk bûye û xwendina xwe ya seretayî,navîn û amadehî li dibistanên Amûdê dest pê kiriye.

Û Ew Zewicî bû û pênc zarokên wî hene, çar kur û keçek wî hene û li bajarê Amûdê niştecih bibû û endamê encumena Herêmî ya PDKSê Rêxistina Amûdê bû.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.