المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê

0 117

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî li baregeha xwe ya li Hewlêrê lidarxist.

Di roja Sêşemê 5.12.2023an de, Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li baregeha xwe ya li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê bi serleşkeriya bavê manewî yê neteweya Kurd Mele Mistefa Barzanî û nemir Îdrîs Barzanî dest pê kir.

Paşê endaman rewşa siyasî ya giştî li ser asta navdewletî û herêmî, rewşa Kurdîbi taybetî û pêşhatên dawî yên li herêmê diqewimin gotûbêj kirin.

Her wiha rewşa penaberên kurd ên Sûriyê li Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên ku di hemû waran de rûbirûyê wan dibin hatin nirxandin û ji bo çareserkirina wan çendîn biryar hatin standin û bi rayedarên pêwendîdar re bên şopandin.

Ji bo nûnertiyê bernameyeke xebatê hat amadekirin û ji bo nûnertiyê jî wek bernameya xebatê gelek biryar hatin girtin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.