المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê .

0 57

Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di roja Çarşemê 5.10.2022an de, li baregeha xwe ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî lidar xist.

Civînê bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û ji bo giyanê pakrewanên Sûriyê û di pêşî de, bavê netewa Kurd Mele Mistefa Barzanî û nemir Idrîs Barzanî dest pê kir. .

 

Piştre di civînê de, rewşa siyasî ya giştî li ser asta navdewletî û herêmî û rewşa Kurdî bi taybetî hate gotûbêjkirin.

 

Herwiha rewşa penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê û kêşeyên ku di hemû waran de  hate nirxandin û ji bo çareserkirina wan çendîn biryar û şopandina bi rayedarên pêwendîdar re hatin girtin.

 

Herwiha di heyva Cotmehê de, bernameyeke xebatê ji bo nûnertiyê hat amadekirin û gelek biryar jî wek bernameya xebatê ji bo nûnertiyê hatin girtin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.