Home / Uncategorized / salvegera 11emîn terorkirina şehîd ” Mişel Temo”..

salvegera 11emîn terorkirina şehîd ” Mişel Temo”..

Mişel Temo rêberê şepêla paşeroj a kurd li Sûriyê, ji dayîkbûna sala 1957an, li bajarê Derbêsiyê , û derçûyê kolîjeya endezyariya çandiniyê bû…

Û zaniyariyên bêhtir derbarê kar û xebata ” Mişel Temû ” :

Di salên 90 de Mişel Temo”  dest karê siyasî kir , ku di destpêkê tevlî nava refên Partiya Yekîtiya Gel a Kurdî bû, û pist salan kar di wê partiyê de kir..

Di sala 1999 an de , Mişel Temo ” bi çend çalakvanan re komîteyên vejandina civaka sivîl li Sûriyê û Platforma Celadet Bedirxan a rewşenbîrî jî damezrandin..

Di sala 2005an de, û piştî serhildana Qamişlo xebatkar” Mişel Temo ” Partiya Şepêla paşeroj a kurd li Sûriyê damezrandin..

Xebatkar ” Mişel Temo ” ji ber çalakiyên wî yên rewşenbîrî û siyasî di 15ê Tebaxa sala 2008 an de, ji aliyê rêjîma Esed ve hat girtin , û di destpêka şoreşa Sûriyê de û piştî ku xwepêşandan li dijî rêjîma Esed derketin di hezêran 2011an de, xebatkar ” Mişel Temo ” ji zindanê rêjîmê serbest hate berdan .

 

Û piştî serbest berdana wî ” Pakrewan ” Mişel Temo ” tevlî Şoreşa Sûriyê bû û bo endam di Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriya, ..

 

Û di 8ê Êlûna Sala 2011an de , Mişel Temo ” rastî hewleke kuştinê hat, lê di roja 7ê Cotmeha 2011an, careke din Xebatkar Mişel Temo ” rastî êrîşeke kuştinê hat, di dema ku Mişel û hin hevalên xwe li Maleke li bajarê Qamişlo bûn , ku 4 kesên nenas êrîşî wê malê kirin, û Mişel kuştin, herwiha kurê wî û çalakvana kurd ” Zahîda Reşkêlo birîndar kirin..

 

Û Xebatkar ” Mişel Temo ” ku kesayetekî welatparêz û bi niştîmanperweriya xwe dihat naskirin di nav kurdan û bi dilsozî xebata xwe dikir ji bo doza azadiya mafê gelê kurd…

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo….Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.