المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Naveroka civîna asayî ya Emîndariya Giştî ya ENKSê

0 151

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di roja Înê 19.5.2023an de, bi amadebûna Serokayetiyê û piraniya endaman piştî rawestandina deqeyekê bêdengî li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û li ser giyanê nemir Bavê ruhanî yê Barzanî civiyan.

Û gotûbêj li ser bernameya karkirinê ya diyarkirî ya civînê hate kirin.

Di civîna asayî ya Emîndariya Giştî, ku tê de beşdaran bi dirêjahî li ser daxwaza hevdîtina nûnerê Amerîkî rawestiyan û ligel şanderê Fransî civiyan û helwesta zelal a Encûmenê li ser hemû mijaran.

 

Û girtina dergehê di encama siyaseta siyasî ya PYDê de hat, ku astengiyan derdixe, û da zanîn ku ew dergeh mirovî û aborî ye û divê hemû xelkê herêmê sûdê jê werbigirin.

 

Her wiha di civînê de behsa biryara hat dayîn ku rêjîma Sûriyê vegere nav Komkara Erebî û sedemên ku wê ji Komkarê dûr bixin hîn jî hene.

Herwiha tekezkirina kar li ser kapêşxistina encûmenên xwecihî yên girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurdî, hatiye kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.