المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILROJIYA TÊKOŞER IBRAHÎM SARO JI ALIYÊ PDK-S HAT VEJANDIN..

0 81

Di roja îniyê 19.5.2023an de,çilrojiya têkoşer Ibrahîm Saro bavê Luqman,endamê komîta herêmî ya PDKSê ji aliyê rêxistina Amûdê ya PDKSê ve li qada mala Mihemed Umer Dawê hat vejandin.

Bi beşdariya berfireh ji rêhevalên rehmetî,şandeyên partiyên Kurdî yên bi ser ENKSê ve û kesayetên çandî, , rewşenbîr, kesayetên serbixwe yên neteweyî , civakî û siyasî.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê bi serpereştiya rêberê nemir Mela Mistefa Barzanî bi sirûda netewî ya (Ey Reqîb) dest pê kir.

Pêşkêşvanê merasimê Îdrîs Hac Tahir.

Gotina PDKSê ji aliyê birêz Mihemed Se’îd Wadî hat pêşkêş kirin.

Herwiha gotina hevalên têkoşer Bavê Luqman ji aliyê Ebdulmelek Hito ve hat pêşkê kirin.

Gotina malbat têkoşer bavê Luqman ji aliyê birêz Zibêr Saro ve hat pêşkêş kirin.

 

Herwiha helbestek li ser têkoşer bavê Luqman ji aliyê helbestvan Si’ûd Hisên bavê Tarî ve hat pêşkêş kirin.

 

Herwiha du helbest li ser têkoşer Bavê Luqman ji aliyê her du keçên biçûk Manîsa Zubêr Sari û Hena Xelîl Alûcî ve hatin pêşkêş kirin.

 

Herwiha hemû gotin di derbarê xebat û rola têkoşer de bûn.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.