المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 61emîn a tevlîbûna serok Mesûd Barzanî nav refên Pêşmerge de …

0 75

Mesûd Barzanî di 16ê Tebaxa “1946”an de, li Mehabadê li kurdistana Îranê, li jêr ala kurdistanê û li roja damezrandina partiya Demokrata kurdistanê ji dayik bûye.

 

Serok Mesûd Barzanî bi sedema karê siyasî û peywendiya wî bi şoreşa Îlonê ve xwendina xwe ya navendî temam nekir, û bi temenê” 16″ salî di sala “1962”an de, çek hilgirt û tevlî nav rêzên pêşmergeyên kurdistanê bû, û roleke wî berbiçav hebû di beşdarbûna wî di şoreşên kurdî de, ku di” 11ê Îlona” 1961″ê de, bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî destpêkir û heta sala” 1975″ ev şoreş berdewam bûn, û Serok “Mesûd Barzanî “piştgiriya bavê xwe kir û tevlî karê siyasî bû.

 

Serok” Mesûd Barzanî” di temenê “bîst “salî de bi awayekî rêk û pêk têkilî Karûbarê siyasî bûye, û di sala” 1970″ ê de, beşdarî wê tîma kurdî bûye ku gûftûgoyê li gel Hikûmeta Îraqê li ser rêkeftina Otonomî kir.

 

Di sala”1971″ ê de, Serok “Mesûd Barzanî” li dema sazkirina kongreya “Heşta ” ya partiya Demokrata kurdistanê bi sîfeta endamê komîta navendî ya partiyê hat hilbijartin, û piştre bûye endamê ofîsa Siyasî û erkê berpirsiya dezgeha emnî xist stûyê xwe de. Û herwiha di kongreya “12”ê ya partiya Demokrata kurdistanê di sala” 1999″an de, Serok” Mesûd Barzanî” ji bo seroktîya partiya Demokrata kurdistanê careke din hat hilbijartin.

 

” Mesûd Barzanî ” di salên 90  de, beşdarî çendîn kongir û civînên navdewlatî bûye. Wekî, civînên “Waşhinton” di sala “1992 “an de, û piştre li kongreya londonê ya Îlonê sala” 2000″ û kongreya Salah eldîn sibata “2003”,.

 

Serok “Mesûd Barzanî ” Di” 12″ hezêrana “2005” an de wekî yekemîn serokê herêma kurdistanê ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdistana Îraqê hat hilbijartin.Û herwiha Serok “Barzanî ” di hilbijartinên roja “25” ê Tîrmeha “2009” an bi rêjeya” heftê ji sedî , deng bi dest xist û bi awayekî rast e  ji aliyê gelê kurdistanê ve duyemîn car wekî serokê herêma kurdistanê hat hilbijartin û li roja “20” ê Tebaxa “2009” an, li beramberî Parlemena kurdistanê sonda yasayî xwar.

 

Û herwiha di vê derbarê de ku Barzanî ji hoza xwe gelek qurbanî li ser kêşeya kurdî danîn , ku rêjîma Îraqê “sê” birayê “Mesûd “Barzanî teror kirin li gel Wan” 8000″ hezar barzaniyên ku ji aliyê rêjîma “Bes”ve, di sala” 1983″ an de hatin enfalkirin Mesûd Barzanî xwe di çendîn hewldanên terorê bûye, bi taybetî hewldana teror kirina li “Vîyana “Paytexta” Nemsayê” di” 8″ çileya sala “1979” an de.

 

Di dawiyê de Mesûd Barzanî wekî serokê herêmê li çendîn welatan bi serdanên fermî kiriya û çendîn serokê welat û serok wezîrê van welatan dîtiye, û axiftina wî bi zimanên ( kurdî û erebî û farisî û îngilîzî bû, û ew şeydayê xwendinê bû bi taybetî xwendina pirtûkên dîrokî .

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.