المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA EMÎNDARIYA GIŞTÎ YA ENKSê

0 184

Îro roja Sêşemê 16.1.2024an Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê lidar xist û tê de mijarên rêxistinî û pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin.

Raporên ofîsên Encûmenê û biryarên civîna berê ya Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê

hatin nirxandin û di civînê de bombebarankirina stasyonên kehrebe, av û petrolê yên ku xizmeta sivîlan dikin û pêwîstiya dûrxistina navçeyên Kurdistana Sûriyê ji aloziyan,ne ku ji bo hesabên xwe

di navbera Tirkiyê û PKKê de

biqedîne û bibe qada şer ,hate şermezarkirin. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku hêzên pasdarên Şoreşê yên Îranê deverên li herêma Kurdistanê dikin armanc şermeza kirin.

 

Amadebûyan bang li civaka navdewletî kirin ku sivîlan li Kurdistana Sûriyê biparêze û bilez cîbicîkirina biryara 2254 li Sûriyê bike, ji ber ku ew biryara gelek astengiyan digre.

Herwiha civatê tekez kir ku wê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di têkoşîna xwe de berdewam be û dê kar ji bo cîbicîkirina biryarên di civînê de hatine standin heta civîna bê bêne cîbicîkirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.