المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEWLÊR Û DIHOK 3ê ROJAN ŞÎNA GIŞTÎ RAGIHANDIN.

0 112

Hewlêr û Dihok ji bo 3 rojan şîna giştî hat ragihandin

Di roja sêşemê 16ê Çileya 2024an,de Parêzgariya Hewlêrê ji bo hevxemiya bi qurbaniyên bombebarana mûşekî ya Îranê bo ser wî bajarî, şîna giştî ragihand.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji ber êrîşa mûşekî ya şeva duşemê ya hêzên Îranê ku di encamê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji Xweda razî dixwazin. Ji bo birîndaran jî silametî û şifaya bilez ji bo birîndaran.”

 

Got jî: Em careke din bi tundî vê êrîşa stemkar û nerewa şermezar dikin ku bê sedem sivîlên bêguneh kirine armanc û ji îro pê ve em sê rojan şîna giştî di nav sînorên parêzgeha Hewlêrê de radighînin.

 

Herwiha parêzgeha Duhokê jî 3 rojan şînîya giştî ragihand.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.