المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCAMA BOMBEBARANA FIROKEYÊN TIRKIYÊ BI DEHAN CIH Û NAVENDÊN GIRÎNG LI KURDISTANA SÛRÎ.

0 215

Encama bombebarana firokeyên Tirkiyê bi dehan cih û navendên girîng li Kurdistana Sûriyê

Şeva Yekşemê – Duşemê (14.1.2024) firokeyên Tirkiyê çend cih li çend bajarên Kurdistana Sûriyê kirin armanc û di encamê de ziyanên madî giheştin cihên ku hatibûn armanckirin

Balafirên Tirkiyê bi dehan cih û navendên girîng li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê, ji Kobanê heta bajarê Dêrikê li Kurdistana Sûriyê, kirin armanc.

* Cihên ku li bajarê Kobanê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine armanckirin ev in:

– Kampanya Çîmentoya Lafarc “du caran” li Xirbê Îşk, başûrê rojhilatê bajêr
– Ofîsa emlakê li bajarê Eyn Îsa
-Navenda şirketa avakirinê, li başûrê bajêr
-Stasyona belavkirina elektrîkê, û li wir şewat derket
– Navendeke girêdayî Asayîşa PYDê
– Li ser rêya Helebê li ber deriyê bajêr hengerên PYD’ê
-Li gundê Şêx Coban ê başûrê bajêr, navenda xwedîkirina mirîşkan û çêlekan.
-Cihek li daristana Kobanê

* Cih û dezgehên girîng ên bajarê Qamişlo:

– Stasyona elektrîkê ya li ser kembera bakurê bajêr “ji carekê zêdetir”
– Ambarên rêveberiya PYDê li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Qamişlo
-Li ser rêya navneteweyî ya rojhilatê bajêr, xala kontrolê ya gundê Xezna
– Cihek nêzîkî “Dadgeha Dadwerî” ya girêdayî rêveberiya PYDê
– Xaniyek li nêzî Garaja Newrozê li nîvê sûka bajêr
– Navenda Asayîşê ya PYDê li pîşesaziyê

* Li bajarê Dêrikê cih û dezgehên jiyanî hatine armanckirin:

-Cihek li nêzî gundê Şirik ji carekê zêdetir.

– Cihek li derdora Bendava Başûtê, li rojhilatê bajêr.

– Stasyona Xaz û elektrîkê ya Suweydiye

– Xaleke kontrolê ya Asayîşa PYD li gundê Şirk
-Cihek di hundurê zeviya neftê ya Rimêlan de
– Hinkarê Sînî li zeviya Rimêlanê

-Cihek li bajarokê Çil Axa

 

* Cih û dezgehên girîng ên li Dirbêsiyê hatine armanc kirin:

– Salona Dawetê ya Dilovan li gundê Itêşanê

-Stasyona elektrîkê karmendek birîndar bû

– Li gundê Kerbetilî di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn

– Avakirina Midûriyeta Pêkanînê, û ziyana madî li avahiyê çêbû

* Cih û dezgehên jiyanî yên li Tirbespiyê hatine armanckirin:

– Stasyona Petrolê ya Zerba.

– Stasyona “Ode”ji carekê zêdetir”

– Xaleke kontrolê ya Asayîşa PYDê li kêleka gundê Xeznê

Çavkaniyên çapemeniyê yên herêmî ragihandin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk hemû santralên elektrîkê yên li Qamişlo, Terbesbiya, Amûdê û Dirbêsiyê ji xizmetê derketine.

Di encama bombebarana Tirkiyê de cih û navendên girîng ên bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê, tirsek mezin di nav xelkê de belav bû.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.