المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Merasîmên pêşwazîkirina Termê xebatkar ” Sebrî Mîrza “..

0 66

Roja sêşemê 6ê Hezêrana 2023an, termê xebatkar û parêzer “Sebrî Mîrza” gihişta Dergehê sînorî yê Pêşxabûr “Sêmalka ” ..

Û herwiha termê xebatkar ” Sebrî Mîrza” ji aliyê serkirdayetiyên Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ENK-S ,û endam û serkirdayetiyên partiya Yekîtiya kurdistanî-Sûriya ve hate pêşwazîkirin..

 

Û tê zanîn ku termê wî li goristana Diyarî Felekê yê bi ser gundê Otlca” ve bi xakê were spartin.

 

Û roja çarşemê 7ê Hezêranê de şîna wî li ofîsa partiya Yekîtiya kurdistanî-Sûriya li Qamişlo wê were li darxistin .

 

Û hêjaya were gotin ku xebatkar ” Sebrî Mîrza ” bi geşbûna hestên xwe yên netewayî û kurdayetiyê di sala 1968 tevlî nava refên Partiya çep a kurdî bû ,heta kongirê siyam di sala 2000an de bû endamê Komîta siyasî ya Partiya Yekîtî heta kongreya 8an di dawiya sala 2018an de, û piştre xebatkar ” Sebrî Mîrza ” ji bo sedemên tendirustî ji dev partî berde li kar û xebata û xizmeta wî ji bo gelê kurd û tevgera wî ya siyasî û niştîmanperwerî û kurdperwerî nihate rawestandin..

 

Û di roja 4ê Hezêranê 2023an, xebatkar ” Sebrî Mîrza ” çû ber dilovaniya xwedê..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.