المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li Hewlêrê 4emîn Pêşangeha HITEXê hat vekirin..

0 73

Îro roja sêşemê 6ê Hezêrana 2023an, Serokwezîrê Herêma kurdistanê Mesrûr Barzanî”li Hewlêrê paytexta Herêma kurdistanê di merasîmekê de çaremîn Pêşangeha Teknolojiyê ya “HITEX” vekir ..

Hitex çalakiyeke teknolojiyê ye ku nûtirîn îcad û berhemên teknolojîk hatine pêşandan û ev çaremîn care li Hewlêrê tê li darxistin ..

Piştî merasîma vekirinê Serokwezîr serdana tevahiya beşên vê pêşengehê kir û ji xwedanên kompaniyan derbarê berhemên wan yên nû de zaniyarî stend.

Ev pêşengeh vê çend rojan berdewam bike û têde gelek kompaniyên navxweyî jî berhemên xwe yên nû yên teknolojîkî xistine berçav.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.