Home / Uncategorized / Li Sûriyê û Rojavayê kurdistanê dawîn amarên hejmara qurbaniyên erdhejê

Li Sûriyê û Rojavayê kurdistanê dawîn amarên hejmara qurbaniyên erdhejê

Îro roja çarşemê 8ê Sibata 2023an, Dawîn amarên qurbaniyên erdhejê li Sûriyê û Rojavayê kurdistanê de ,yên jiyana xwe ji dest dane hejmara wan heta niha gihişta 2662 kesan û nêzîkî 5 hezar kes jî birîndar bûne…

 

Ku di encama Erdhejekê de li Tirkiyê û Rojavayê kurdistanê bi sedan kes bûne qurban..

 

Û tê zanîn ku Roja duşemê 6ê Sibata 2023an, erdhejekê bi hêza 7.7 pileyê Rîxterê li Mereşa Bakurê Kurdistanê çêbû û bandoreke mezin li Rojavayê kurdistanê û Sûriyayê kir …

 

Û herweha Herêm û bajarên Sûriyê û Rojavayê kurdistanê ku ji ber erdhejê bandor li wan hate kirin ev: bajarên Heleb, Lazqiyê, Hema, Tertûs û Îdlibê û Efrînê û Kobanê û Serê Kaniyê û Cendirêsê ,ku gelek avahî hilweşiyan û wêran bûn û bi hezaran xanî zirar dîtin ..

 

ku heta niha xebatên lêgerîn û rizgarkirina qurbaniyan ji bin kavilên avahiyan de didomin ku hîn bi sedan malbat di bin kavilên wêrankirî de ne , û saziyên xêrxwaziyê yên herêmî jî banga alîkariyên mirovî yên lazgîn ji bo rizgarkirina xelkê û malbatên bê mal mane dikin…

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.