المجلس الوطني الكوردي في سوريا

WEZARETA DERVE YA ALMANYAYÊ :DIVÊ RÛSYA ZEXTÊ LI RÊJÎMA ESED BIKE KU RÊ BIDE DERBASBÛNA ALÎKARIYÊ.

0 96

Wezareta Derve ya Almanyayê.. Divê Rûsya zextê li rejîma Esed bike ku rê bide derbasbûna alîkariyê.

Wezîra Derve ya Almanyayê Analina Bêrbok bang li hemû aliyên navdewletî, di nav de Rûsya, kir ku fişarê li rêjîma Sûriyê bikin da ku alîkariyên mirovî ji mexdûrên erdhejê re bihêlin.

Di konfêranseke rojnamevanî de li Berlînê ligel Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoban, wezîrê got ku welatê wê dê milyonek yoro zêde bide dezgeha Maltîzer Internaşonal, û ew kar dike ku bêtir alîkariyên diravî pêşkêşî hevkarên din ên di warê karê mirovî de bike.ji bo alîkariya mexdûrên erdheja li Sûriyê bikin.

Herwiha Bêrbok anî ziman ku Elmanya jî zextê li ser gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê dike.

Herwiha Rêveberiya Karesatan a Tirkiyê îro Sêşemê ragihand ku hejmara qurbaniyên erdhejê gihîştiye 3 hezar û 432 kesan û 21 hezar û 103 kes jî birîndar bûne û li Sûriyê jî 1621 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. .

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.