المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOMELEYA CIVAKA KURDISTANÊ YA FOLFSBORK SEMÎNAREK LI DARXIST.

0 450

Komeleya Civaka Kurdistanê ya Folfsbork bi boneya nehemîn salvegera Komkujiya Şengalê semînarek lidarxist.

Di çarçoveya rêze çalakî û çalakiyên ku ji aliyê Komeleya Civaka Kurdistanê ve li bajarê Folfsbork hatin lidarxistin, di 9. salvegera Komkujiya Şengalê de di 6.8.2023’an de semînarek hate lidarxistin.

 

Herwiha semînar bi deqîqeyek rêzgirtinê li ser giyanê pakê pakrewanên Şengalê û bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.Û semînar bi rêveberiya birêz Mihemed Elsexîr hat lidarxistin

Piştre jî mamosta Dawid Xitiyar û mamoste Bedîh Mamo û endamê Komîteya Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Kurdistan-Sûriye mamoste Îqbal Dawid hatin pêşkêş kirin.

Lêkolînerê bi navê Dawid Xitiyar behsa komkujiya Şengalê ya di 3.082014’an de pêk hat û çawaniya belgekirina komkujiyê kir.

Piştî wê endamê serkirdayetiya Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Kurdistan-Sûriyê Îqbal Dawid li ser îslama tundrew, koka îdyolojiya tundrew û bandora wê li ser civakê axivî.

Paşê birêz Bedîh Mamo behsa komkujî û zincîra bûyerên piştî wê kir.

Herwiha Helbestvan Xemcivîn jî bi vê minasebetê helbestek xwend. Piştî wê hunermend Elî Sofî stranek li ser komkujiyê pêşkêş kir.

 

Di dawiyê de, birêz Mihemed Elsixî spasiya beşdaran kir li ser beşdarbûn û destwerdanên wan yên hêja û binirx.

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.