المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ:YEKÎTIYA XWENDEVAN Û CIWANÊN DEMOQRATÎ KURDISTANÎ -ROJAVA XWEDEKARÊN SERKEFTÎ XELAT KIRIN.

0 227

Di 7.8.2023an de,Şaxê Amûdê û Dirbêsiyê yên Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan li ser asta bajarê Dirbêsiyê di nava atmosfereke cejnê de li bajarê Dirbêsiyê bawernameyên xwendina amadeyî li şaxên xwe yên zanistî, wêjeyî û bingehîn li bajarê Dirbêsiyê parka// Cûdî // li derûdora bajêr rêz kirin.

Herwiha bi beşdarbûna berpirsê şaxê birêz Hemîd Xelîl û endamên desteya şaxê mamosta // Şoreş Sîno – Ela Şêxmûs – Îdrîs Yûnis – Îbrahîm Mihemed.

Di destpêkê de piştî amadebûna mêhvanan rêzgirtin bi axaftina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan ji aliyê endamê desteya şaxê birêz // Ela Şêxmûs // dest pê kir û tê de tekezî li ser piştevaniya yekîtiya xwendekaran kir. û zarokan teşwîq kirin ji bo hînbûn û jêhatîbûnê û hewildanên mamosteyan ligel xwendekaran jî ji bo piştgirîkirina pirosesa xwendinê û hewlên dê û bavan ji bo piştevanîkirina zarokên xwe û dabînkirina jîngeheke guncaw ji wan re bilind nirxand.

Piştî axaftina Yekîtiyê, amadebûyan bi bawernameya rêzgirtinê û diyarî dest pê kir û dest bi rêzgirtina mamosteyan kir ku beşeke mezin ji şarezayên xwendekaran bi dest xistin.

Û ew in// Îbrahîm Silêman – Mehmûd Şêx Sînan – Îdrîs Şerîf – Edîb Hesen//

Paşê ew xwendekarên hêja di bawernameya amadeyî ya giştî de di şaxê xwe yê zanistî de rêz kirin û ew in // Salar Cuma Beşar – Mihemed Ebdulhemîd Mihîş – Ebdul Ezîz Mihemed Muslih Mehmûd – Rama Ebdulqadir Diyab – Soma Masûm Dawid.

Û paşê jî xwendekarên serkeftî di bawernameya amadayî ya giştî, şaxê edebî û ew in // Cûdî Rêzan Osê- Rewan Omran Elîko – Hadiya Elî Cendo – Jiyan Newaf Osman – Sîdra Enwer Dawid//

Di dawiyê de rêzgirtin ji şagirtên serketî yên di bawernameya xwendina bingehîn de ku ev in // Hoşyar Hoşeng Dawê – Yezen Ehmed Salih – Tolîn Idrîs Şerîf //

Di dawiyê de, piştî bidawîhatina rêzgirtinê, spas ji bo hemû mêhvanan hat pêşkêşkirin, û şîvek bi rêzgirtin ji amadebûyan re hat pêşkêşkirin û hêviya serkeftinê ji bo wan hemûyan di warê pîşeyî û kesayetî de û bidest xistina pileya herî bilind ji bo wan xwest.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.