المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ:GUNDÊ CEWHERIYA XWENDEKARÊN XWE YÊN SERKEFTÎ XELATKIRIN.

0 244

Gundê Cewheriya yê bi ser bajarê Amûdê ve,ji xwendekarên xwe re ji bo teşwîqkirina zarokên xwe ji perwerdehiyê re wan xelatkirin.

Di 4.8.2023an de, komîta îdarî ya gundê Cewheriya bi hemahengî li gel komeleya Cewheriya li Ewropa,ahengek rêzgirtin ji xwendekarên serkeftî yên gund ji bo bawernameya amadeyî, xwendekarên refê nehan û şagirtên serkeftî yên qonaxa seretayî li dar xist.

Aheng bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê û bi sirûda netewî ya Ye Reqîb û di bin Ala Kurdistanê de,dest pê kir.

 

Diyarî ji xwendekaran re hatin dayîn ku wan teşwîq bikin û wan ji xwendinê re teşwîq bikin, bi taybetî ku herêm di şert û mercên gelek dijwar re derbas dibe.

Di aheng rêzgirtinê de hejmarek hunermend beşdar bûn, ku bi xwendina helbestên helbestvan Noman Gunreş, û stranên xweş ên hunermend Cilenk Hemo, Ehmed Sînan (Bavê Şivan) û komek ji zarokên gund dewlemendtir bû.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.