المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina jina kurdî Azad li Qamişlo Semînarek li darxist..

0 82

Roja înê 12ê Gulana 2023an, Rêxistina jina kurdî Azad ,bi boneya 49emîn a şehadeta Pêşmergeya kurd Leyla Qasim û bi helkeftina damezrandina Rêxistina jina kurd Azad Semînarek li ofîsa PDK-Sê ya Rojavayî Qamişlo li darxist..

 

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên siyasî û rêxistinên jinan.

 

Û herwiha ev Semînar ji aliyê endama rêvebir di rêxistinê de Xanim ” Sewsen Emîn ” ve hate pêşkêşkirin…

 

Û di seminarê de bi awayakî berfereh ser kar û xebata Pêşmergeya kurd ” Leyla Qasim ” hate behiskirin..

 

Û di Semînarê de Xanim ” Dilxwaz Hemo” çend helbest ser şehîd e Leyla Qasim gotin..

 

Û hêjaya were gotin ku Pêşmergeya kurd Leyla Qasim yek ji wan keçan bû ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgeriyê rêka azadiyê hat naskirin.

 

Û Leyla Qasim ji dayîk bûna sala “1952 ” an de, li bajarê Xaniqîn yê başûrê Kurdistanê, û ji malbateke xwedan neteweyî û welatperwerî bû,

Û di sala “1974 ” an de, tevlî nava refên PDK ê, bû û herwiha bi awayekî çalak beşdarî Kar û xebatê di bû, û şehîda Leyla peyama serbilindî û berxwedanê bû li hember dujminan.

 

Şehîda pêşmerga “Leyla Qasim” di wê baweriyê de bû ku divê xebat ne tenê li çiyayê Kurdistanê bê, lê xebata herî giran, pêwist e di nava cergê dijminan de be..

 

Û herwiha gelê kurd li hemû perçeyên Kurdistanê Şehîda Leyla Qasim, wekî qehremaniyeke netewayî dibînin, ku îro bi hezaran keçên kurd li ser şopa têkoşer û xebatkar Şehîda pêşmerga Leyla Qasim ku bûye sembola canfîdayî a keç û jinên kurd…

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.