المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kampeke nû li Herêma Kurdistanê ji bo penaberên Kurdistana Sûriya li Devera Berdereş hat vekirin ..

0 143

Îro Roja Pêncşemê 17 Cotmeha 2019an jemeke dî jî penaberên Kurdistana Sûriya gihiştin kampa Berdereş li Başûrê Duhokê , ku ji Şer reviyabûn , piştî ku Dewleta Tirk û Hevalbendên wê ji Terorên Opozisiyona Sûriya êrîşî Devera Kurdî kirin.

Karmendek ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji malpera me re got:” Îro 2 jem hatin hejmara wan Nêzîkî 1000 kesî bû û berî niha 900 kes gihiştibûn vê kampê , hejmar gihişte 1900 kesî , Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Xwarin belav kir li ser wan , û Rêxistinan Qendîl û UN Kon dabîn kirin  ، ji rexê xwe ve tîmên Saxlemiyê li nav Nexweşan Xebat xwe dikin, û rewşên xirab ji bo saxlemiya Qezaya Berdereş ji bo çareserkirinê .

Hêjaye were gotin ku hejmara Kampên Penaberên Kurdistana Sûriya li Herêma Kurdistanê gihişte 10 kampan piştî avakirina kampa Berdereş.

Leave A Reply

Your email address will not be published.