المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NERAZÎBÛNA XELKÊ LI HEMBER BIRYARA RÊVEBERIYA PYDê YA BILINDKIRINA NIRXÊ SOTEMENIYÊ.

0 197

Piştî du mehan ku rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat nirxê sotemeniyê bilind kir, rêveberî vegeriya û nirxê sotemeniyê bi rêjeyeke mezin bilind kir, di nav nerazîbûna gel de, ji ber ku nirxê lîreya sûrî ber bi xirabûna diravên biyanî berdewam bû.

 

Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat di şazdehê tîrmeha borî de nirxê sotemeniyê bilind kiribû û bi wê re jî nirxê çûnûhatinê û nan bilind kiribû.

 

Zêdebûna nû, li gorî şopandina peyamnêrên me, wiha bû: Mazota ku ji bo otomobîlên her mezinahî û li ser kartê tê veqetandin ji 525 p.s heya 2300 p.s ye.Mazota azad ji 1700 p.s heya 4600 p.s.

 

Welatiyê bi navê Mihemed ku xelkê gundewarê Dirbêsiyê ye ji peyamnêrê me re ragihand: Bi bilindkirina nirxê sotemeniyê ji aliyê rêveberiya Yekîtiya Demokratîk ve bi vî awayî dê nirxê kelûpelên sereke û lêçûnên çûnûhatin, barkirin û nan bilind bike û got: Ev rêveberî yek xema wê ya dawî, debara jiyana welatiyan e.

 

Herwiha çalekvanekî jî bêyê ku navê xwe bide nasîn ji gundewarê Zirganê ye, bal kişand ser zêdebûna nirxê sotemeniyê piştî ku vê rêveberiyê mûçeyên karkerên xwe ji sedî 100 zêde kir û amaje bi wê yekê jî kir ku rêjeya wan tenê hejmareke sînordar a xelkê herêmê ye û hişyarî da. di heman demê de zêdebûna hejmara koçberên herêmê ji ber… Polîtîkayên aborî yên ku ji aliyê Yekîtiya Demokratîk ve tên meşandin.

 

Wek tê zanîn herêma Kurdî ya di bin kontrola Rêveberiya Yekîtiya Demokratîk de rastî kêmbûneke mezin a sotemenî û gazê tê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.