المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Jeffry serdana tirkiyê dike

0 77

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyeyê James Jeffrey dê 9-13ê vê mehê bi mebesta gotûbêja li ser pêşhatên li Sûriye û Iraqê serdana Tirkiye û Erebistana Siûdî bike.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey îro (09.01.2020) îro serdana Tirkiyeyê dike.

Hat ragihandin ku Jeffrey dê li Tirkiyeyê bi rayedarên ast bilind û di heman demê de bi hinek navên dijbereya Sûriyeyê re bicive.

Li gor daxuyaniyş Jeffrey dê bi taybet pêvajoyên derbarê cîbicîkirina biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254ê bîne rojevê.

Herwiha hat gotin ku piştre dê Jeffrey derbasî paytexta Erebistana Siûdî bajarê Riyada bibe û li wê derê jî bi mebesta gotûbêja li ser pêşhatên li Sûriye û Iraqê ligel rayedarên ast bilind ên wî .

Leave A Reply

Your email address will not be published.