المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Îdrîs Barzanî.. endeziyarê lihevhatina niştîmanî û şoreşa Kurdistanê .

0 97

Di dîroka Kurdî de gelek kesayetiyên niştîmanperwer û welatparêz bi roleke girin rabûn di pêvajoya tevgera rizgariya Kurdistanê de, û di bin sîpera Alaya Kurdî de karîbûn navên xwe bi tîpên zêrîn bi nexşînin, û destkeftên azadiyê û rûmetê bi dest bixin, yek ji wan qehremanan, Endaziyarê aştiyê û rêberê Kurdayetiyê pêşmerge “Idrîs Barzanî” ye ku di rêka têkoşîn û mêrxasî azadiya gelê Kurd de canê xwe yê pak kir fîda û di nav têkoşîna gel de bû nemûneyeke serhildanê di dîroka berxwedaniyê de çi di nav refên Pêşmerge de û çi di nav refên Partiya Demoqrata kurdistanê de, weke şervenekî wêrek û tijî baweriyeke bihêz bi dadperweriya doza gelê xwe bû, ne tenê li Kurdistana Iraqê, lê belê li herçar parçeyên Kurdistanê, û herwiha rola wî ya berbiçav di lihevhatin û yekkirina navmala Kurdî de, de ku Kurd bibin yek dest û destkefteyên ku bi saya xwîna Pêşmergeyan hatine bidestbixin.

 

*Di “37”emîn salvegera koça dawiyê ya endeziyarê şoreşa Kurdistanê nemir ” Idrîs Barzanî” ronahiyek ser jiyan û xebata wî ya niştîmanperwerî:

 

Pêşmerge ” Idrîs Barzanî”kurê rêberê gelê Kurd nemir Mistefa Barzanî di meha adara sala 1944an de, li Başûrê Kurdistanê li devera Barzan jidayîkbû, û di temenê 3ê salî de li gel malbata xwe rastî jiyaneke nexweş û dijwar, derbider, koçberî, û çewsandin, û gefên desthilata rêjîma Baxdayê ve hatin, ku ew ji gundê Barzan sergonî navçeyên Başûrê Iraqê kirin, û Idrîs Barzanî 11 salan ji dîtina bavê xwe bêpar me, piştî ku di wê demê sala 1947an, nemir Mistefa Barzanî û bi dehen Pêşmerge berê xwe dana Yekîtiya Soviyêtê.

 

Û Lehengê nemir “Îdrîs Barzanî” ji malbatekê ye ku ji destpêka sedsalên derbasbûyê heta niha xwe spartiye di ber xizmeta doza Kurdî de, malbateka şoreşger xebatkar xwedî pirojeke netewayî û oldarî ya duv û dirêj e , di dîrokê de tên nasîn têkoşîna Barzaniyan ji bo berevaniya mafê gel û sînorê xaka pîroz ya Kurdistanê.

 

Ku ew di ciwaniya xwe de rêka bavê xwe rêberê gelê Kurd “Barzaniyê nemir girt û bi dîtina êş û zordarî û setimkariya ji aliyê rêjîma Bexdayê li ser miletê Kurd, bi hezkirineke bihêz û geşbûneke hestên netewayî û Kurdayetî beşdarî şoreş û rêzên pêşmergeyan bû, êdî bû yek ji endamên yekem komên pêşmerge ku çek hilgirt ji bo parastina rûmet û rizgariya Kurdistanê, ku yek ji şagirtên dibistana Kurdayetî û rêbaza Barzaniyê nemir bû , temenê jiyana xwe xistibû bin doza azadiya mafê gelê Kurd de, kar û xebata xwe ya siyasî û leşkerî ji bilî hemû zehmetiyên ku li çol û çiyan de dikşandin berdewam dikir.

 

* Di derbarî têkoşîna nemir” Îdrîs Barzanî” di warê siyasî û leşkerî de:

 

Ku di sala 1961an, destpêkirina çirûskên şoreşa Êlûnê, “Îdrîs Barzanî” sala 1962an de, tevlî refên şoreşê û pêşmergeyên azadiya Kurdistanê bû û roleke wî berçev û giring di nêzîkkirina nêrînên partiyan de hebû.

 

Û di sala 1966an, destana Hendirîn bi rêva bir.

 

Di sala 1970an de, di kongireya heştemîn ya Partiya Demoqrata Kurdistanê weku endamê komîteya navendî ya wê partiyê hate hilbijartin.

 

Di sala 1979an de, di kongirê Nehan de ji bo endamê mekteba siyasî ya Partiya Demoqrata Kurdistanê û serpereştiya karûbarên leşkerî hate hilbijartin, ta demeke dirêj wek berpirsê pêwendiyên giştî yên partiya PDK karkir.

 

Û ji rexekî din ve dema destpêkirina danûstandinên li gel Hikûmeta Iraqê ji bo pêkanîna aştiya Kurdistan û Iraqê , “Îdrîs Barzanî “û birayê wî “Mesûd Barzanî” wek endamên şanda danûstandinan hatin hilbijartin, ku ji Salih Elyûsif, Nafiz Celal, Mehmûd Osman pêk hat, û “Îdrîs Barzanî “ji wê derê ji têkoşîn û şerê çekdarî derbasî têkoşîna siyasî û dîplomatîk jî bû.

 

Û herwiha “Îdrîs Barzanî “jî bi rola xwe ya çalak di encamdana lihevhatina bi serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û tevgerên din ên Kurdistanê re hebû ku di dawiya sala 1986ê de pêk hat, ji bo ku piştre bibe yekemîn navok ji bo avakirina eniyeke berfireh a Kurdistanê ku di meha Hezîranê de bi eşkereyî hate ragihandin.

 

Û di rêkeftina adara Sala 1970 de nemir Îdrîs yek ji sazînerên rêkeftina aştiyê ku di navbera serkirdayetiya şoreşa kurdî li başûrê kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de bû, û çalkvanakî jêhatîbû di Endazyariya wê rêkeftinê de.

 

û herwiha piştî rêkeftina Cezayîrê ya Xiyanetê li dijî gelê Kurd “Îdrîs Barzanî” bi zanebûna xwe ya siyasî û diblomatîk karîbû serkirda û hêzên Kurdistanê li hundirê Başûrê Kurdistanê de bighîna hev û yekrêziya navmala Kurdî avabike , û ji ber vê rola wî ya giring di pêvajoya tevgera rizgariya Kurdistanê navnasiya Endazyariyê şoreşa Kurdistanê lê hat kirin.

Û hêjaya were gotin ku di 31 ê çileya sala 1987an, Idrîs Barzanî ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kir, bi destdana lehengê Pêşmerge gelê Kurd û tevgera siyasî Kurdî têkoşerekî xwedî bi bandor û ezmûneke dirêj di rêya azadîxwaziyê de ji dest da, û li gundê Helecî yê bi ser Urmiyê ve bi xakê hat spartin, û piştî raperîna Adara sala 1991an, û rizgarkirina beşeke mezin ji xaka Kurdistanê , termê nemir Mela Mustefa Barzanî û Kurê wî Idrîs Barzanî di 6ê mijdara 1993an, ji bo başûrê Kurdistanê hatin veguhestin û li devera Barzan hatin veşartin, lê xebata wan di dîroka her çar parçeyên Kurdistanê de hatiye tomar kirin û navê wan di dilê her Kurdekî de zindî ye, û kar û xebat li ser şopa wan berdewam e..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.