المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, salvegera Nihamîn şehîdbûna pêşmerge Seyîd Ehmed Eynê li darxist.

0 34

Roja sêşemê 30 çileya 2024an, Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENK-S ê ve, 9emîn salvegera şehîdbûna pêşmerge Seyîd Ehmed Eynê li Dêrikê li darxist bi serdana gora wî li goristana Dêrikê yê Kurdistana Sûriyê.

 

Di Salvegerê de serokê Xwecihiya Dêrikê birêz Celal gotinek pêşkêşkir têde bi giştî li ser rola pêşmerge û qehremaniya wan di rûbirûbûna şerê rêxistinên terorîst yên Daîşê de axifî.

 

Û endamê Encûmena herêmî ya partiya Demokrata kurdistan-Sûriya, li ser rola pêşmerge di parastina sînor û xaka Kurdistana pîroz de anî ziman.

 

Tê zanîn ku şehîdê pêşmerge “Ehmed Eynê di 30 çileya 2015an de, di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst yên Daîşê de li navçeya Şindoxê de jiyana xwe ji dest da.

 

 

Ragihandina ENK-S ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.