المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hewlêr..Bi Amadebûna Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Merasîma Bîranîna Şehîdên 1ê Sibatê Hate Li Darxistin

0 98

Îro roja pêncşemê 1ê Sibata 2024an, bi amadebûna serokê hikûmeta Herêma kurdistanê “Mesrûr Barzanî” merasîmên 20emîn salvegera şehîdên 1ê sibatê li Hewlêrê bi rêve diçe.

Herwiha Tê zanîn ku 1ê Sibata 2004an li Hewlêrê terorîstên xwekuj di nava merasîmeke pîrozbahiya cejnê de, ku têde gelek endamên partiya Demoqrata kurdistan û Yekîtiya Niştîmanî ya kurdistanê YNK,û rayedarên Kurdistanê û aliyên din yên siyasî yên Kurdistanê jî têde beşdar bûn, xwe teqandin ..

 

Û di encama vê kiriyara han ya terorîstî de “103” berpirs, rayedar, kadir, endam û alîgirên partiya demokrata Kurdistan û YNKê û pêşmergeyan şehîd bûn û herwiha bi dehan hemwelatî jî birîndar bûn..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.