المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HÊZÊN ÇEKDAR YÊN BI PIŞTGIRIYA ÎRANÊ ÊRÎŞÎ BINGEHEKE AMERÎKÎ YA LI NAV AXA SÛRIYÊ KIRIN.

0 93

Milîsên bi piştevaniya Îranê baregeheke Amerîkî di nava axa Sûriyê de kirin armanc

 

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê eşkere kirin ku milîsên bi piştevaniya Îranê baregeheke Amerîkayê li bajarê Dêrezorê yê Sûriyê kirine armanc.

 

 

Li gorî çavkaniyê medyayê, milîsên çekdar ên bi piştevaniya Îranê, bi firokeyeke bê firokevan baregeha petrolê ya Elomer li rojhilatê Dêrezorê ku “mezintirîn baregeha Amerîkî” li Sûriyê ye, kirin armanc.

 

Li gorî agahiyan, di bombebarana hêzên çekdar a li ser baregeha petrolê ya El-Omer de, agahî derbarê ziyanên mirovî hene.

 

 

Êvariya roja Înê, hêzên Amerîkî zêdetir ji 85 cihên milîsên Îranê li Sûriye û Iraqê kirin armanc, di çarçoveya bersivdana êrîşa 28ê Çile ya li ser binkeya “Tower 22”(Birc) li Urdinê, ku di encamê de 3 leşkerên Amerîkî hatin kuştin.

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.