المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî erdheja 6 sibatê bi bîr anî…

0 102

Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî erdheja 6ê Sibatê bi çandina  daran li bajarê Cindiresê yê Efrîna Kurdistana Sûriyê bi bîr anî.

Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî li ser rûpele xwe ya fermî ya Facebookê ragihand: “Ji bo bîranîna şehîdên Cindirêsê, Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî 150 dar li bajarê Cindirêsê çandin.

 

Ji bilî pêkanîna kampanyeke paqijkirinê ya mezin û gihandina pêdiviyên paqijkirinê ji encumena xwecihî re”.

 

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî yekem saziya mirovî ye ku piştî erdheja 6ê Sibatê giheşte herêmê, alîkariya bajarên Efrîn û Cindirês û gundewarên wan kir.

 

Yekem karwanê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 10ê Sibata 2023ê de, ku ji 12 kamyonên barhilgir (ava vexwarinê, derman, xwarin, cil û bergan pêk dihat.

 

Alîkarî li herêma Cindirêsê û gundên derdora wê û malbatên Efrînê yên ku malên wan wêran bûne û neçar man li kolanan bimînin hat belavkirin.

 

Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 19ê Sibata 2023an, ofîsa xwe li navenda Bajarê Efrînê bi fermî vekir ji bo berdewamiya pêşkêşkirina alîkarî bi zirardîtiyên erdhejê re bikin.

 

Ragihandina ENK-S ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.